Şivan Perwer

Ehmedê mala Mûsa Lyrics

Ehmedê mala Mûsa video

Votes:
0
Wrong lyrics?

Şivan Perwer - Ehmedê mala Mûsa lyrics

Ax... heywax li min, heywax li min... lê mala minê
Heyfa dilê min mehkûmê, min rebenê lê dil ketinê
Ehmedê Mala Mûsa çawa mi dixwazî lê mi nadinê
Hûnê çawa bikûjin xweşmêra ji bo xatirê mi rebenê xweşik jinê
Heywax li min heywax li min mala minê
Heyfa çavên reş û belek hûn dibînin îro ax ketinê Ax.. dayê Ehmedê Mala Mûsa çi xweşmêr e, hunermend e lê, tembûrvan e
Tesbîhê di destê wî de ji kevrê şadî, lê ji kehreban e
Ew mêrxasê xweşmêra nekuje bi Xwedê ezê bêjim:
Ew e mêrê bi sed mêran eŞivan Perwer - Ehmedê mala Mûsa - http://motolyrics.com/sivan-perwer/ehmede-mala-musa-lyrics.html
Ew nemerdê Ehmedê min bikuje hawar ew ji bera gur û rovî lê xayina ne Ax.. dayê pêre hatî cejn û îda vê Qurbanê
Keçik û kurikê me derketin govend, şahî lê vê dîlanê
Salihê pismamê min bang kir got:
Te por kurê Ehmedê Mala Mûsa birîndar e li aliyê le... di eywanê
Gava ez çûm mi bi çavê serê xwe dî, hawar e dayê...
Dilê min şewitî lê agir danê
Heywax li min heywax li min mala minê
Heyfa çavê reş û belek dibînin hawar, dibînin ax ketinê

Write a comment

What do you think about song "Ehmedê mala Mûsa"? Let us know in the comments below!

Recommended songs